Geri
Zengeşev Ji Weşanên Lîsê Derket!şermeke kevnar e niha çîrokev pêlek eû ev pêlek eKurdistan peyvek eÎrfan Amîda, serpêhatîya helbestvanîya xasî xwe, bi vegotin û sembolên poetîkaya xwe didomîne. Di her pêlika helbestên xwe ên nû de bi şêwazekî dîtir ruhê peyvan dide ber çavên me. Zengeşev, bi helbestên xem û xemgînîyên kûr, pêlên ji dem û wextên derbasbûyî, sîya bavên dilkeser, dayikên her dilovan û bendewarê azadîyê, hechecîkên dûrî warên xwe... Ew her çendî ji cîhaneke nasyar sembolan berpeyî me, xwendevanên xwe dike jî, Îrfan Amîda pira zemên a di navbera duh û îroya Kurdistanê de peyv bi peyv li bîra me dirêse.Îrfan Amîda • Ji Mêrdînê ye. Li Qesra Qelenderan (gundekî girêdayî navenda Mêrdînê) hatiye dinyayê. Dibistana pêşî li gund qedandiye. Paşê perwerdehîya xwe li Dirbêsîya serxetê û Qoserê domandiye. Li Zanîngeha Dicleyê, Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Mamostetîya Dîrokê qedandiye. Di binê sîwana NÇM’yê de kar û barên kelepora Kurdî kiriye. Bû şahidê avakirina Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê. Ji Kovara Rewşenê heya îro ji gelek kovar û rojnameyan re gotar, kurteçîrok û helbest nivîsandiye. Di sala 1996’an de vegerîya karê mamostetîyê. Di navbera salên 2003-2005’an de Serokatîya sendîkaya perwerdehîyê (Eğitim-Sen) şaxa Mêrdînê kir. Di sala 2018’an de wekî sirgûn ji Mêrdînê hat dûrxistin. Nivîskar, mastera Ziman û Çanda Kurdî qedandiye û niha li Mêrdînê dijî.Lîs / Îrfan AmîdaZaremya, helbest, 2009Pêşangeha Sûretan, roman, 2011Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê, lêkolîn, 2016Şevek Şîzofren, roman, 2018Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin, roman, 2020Dîmenên Derizî, helbest, (Çapa yekê, Sî, 2002) 2023Nameyên Nabersivin, helbest, (Çapa yekê, Aram, 2003) 2023Şopa Neşuştî, helbest, (Çapa yekê, Lîs, 2005) 2023Zengeşev, helbest, 2025Wergera wî:Balgîfa Mar, Murathan Mungan, Bijareya Helbestan, (Ligel Lal Laleş) 2007ZengeşevÎrfan AmîdaHelbest, 64 rûpelCotmeh 2025 (Tanıtım Bülteninden)
Henüz inceleme eklenmemiş.
Henüz alıntı eklenmemiş.