Geri
Xwîna Mirîyan Doşav e Ji Weşanên Lîsê Derket!Xwendevan ew ê di Xwîna Mirîyan Doşav e de, bikevin nava labîrenteke ku her dîwarekî wê bi pirsên giran hatiye nijandin: Sînorê di navbera başî û nebaşîyê de li ku ye? Mirovek ji bo sax bimîne heta çi radeyê dikare xwe kêm bike?Lehengên Xwîna Mirîyan Doşav e, ne mirovên sanahî ne; ew gîyanên westîyayî ne ku tûşî taqîkirinên herî dijwar bûne. Hûn dê ligel wan di kuçeyên teng yên gumanê re, bi rê ve biçin, hest bi tama xîyanetê bikin û bibin dîdevanê wan kêlîyan, ewên ku bi biryarên herî rijd encam didin.Pirtûka Omer Dewran ya bi navê Xwîna Mirîyan Doşav e ne ji bo handanê ye, lê ji bo hejandinê ye. Ew dê bêhna we teng bike, we bike nava hizir û nîgeranan û we neçar bike da hûn li neynikê binêrin û ji xwe bipirsin: 'Heke ez di şûna wan de bûma, min dê çi kiriba?'Erê hûn amade ne da bên nav vê rastîya ne dîyar? Kerem bikin, helgirin vê şûjina tûj û yek bi yek rûpelan wergerînin.Omer Dewran • Di sala 1968’an de li Bazîdê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadeyî li Bazîdê biriye serî.Lîs / Omer DewranÛ Çîya Jî Dinalin, kurteçîrok, 2010Sîtava Tarîyê, roman, 2016Xema Qulingî, kurteçîrok, 2023Xwîna Mirîyan Doşav e, roman, 2025Xwîna Mirîyan Doşav eOmer DewranÖykü, 144 rûpelCotmeh 2025 (Tanıtım Bülteninden)
Henüz inceleme eklenmemiş.
Henüz alıntı eklenmemiş.