Geri
Omeriya Mirsom

Omeriya Mirsom

Omeriya Mirsom

0.0
PUAN
0
İNCELEME
0
ALINTI
Omerîya Mîrsom Ji Weşanên Lîsê Derket!Şerefxan Cizîrî di vê pirtûka xwe a bi navê Omerîya Mîrsom de hewl daye ku pergala eşîrtîyê a li herêma Mêrdîne bi rêbazên zanistî bi civaka Kurdan bide naskirin. Li ser Eşîra Omerîyan bi hûrgilî rawestîyaye û derheqê Eşîra Omerîyan de zanebûnên berfireh, bi baldarî pêşkêşî xwendevanan dike. Lêkolîner, ew jêderkên heyî nirxandine û kêmasîyên wan, dîtinên şaş û pêşdarazînên ku di derbarê Eşîra Omerîyan de hene raxistine ber çavan. Armanca sereke ji bo nivîskar her ev bûye; di derbarê civaka eşîrtîya Kurdistanê de zanebûnên rast derxin pêş û bibe alîkar ji bo ku Kurd xwe hîn baştir nas bikin.Şerefxan Cizîrî, ji bedêla ku gazinan ji tarîtîyê bike, dixwaze findekê ji bo welatê xwe pêxîne. Şerefxan Cizîrî • Sala 1955’an li Mêrdînê hatiye dinyayê. Piştî kutakirina dibistana amadeyî di sala 1975’an de çûye Swêdê û li wir lîsansa xwe di Beşa Zanistên Sîyasî û Tarîxê de kiriye. Piştî 25 salan vegerîyaye welêt û ji sala 2001’ê û vir de bi malbata xwe re li welêt dijî.Berhemên Wî ên Hatine Weşandin:Tarih ve Uygarlık (Cild 1-2), Bize Bir Felsefe Lazım, Yazarlık ve İdeoloji, İskandinav Modeli, Kultur û Raman, Kürtçe Düşünce Tarihinde Deneme Yazıları, Edebiyata Devkî û Kultur, Edebîyata Devkî û SosyalizasyonBerhemên Wî ên Li Lîsê Çap Bûne:Tarih ve Uygarlık, xebatên çandî, 2017Edebîyata Devkî û Şer, wêje û rexne, 2021Esaleta Selahadînê Eyûbî, dîrok, 2023Omerîya Mîrsom, xebatên çandî, 2025Omerîya Mîrsom Şerefxan CizîrîLêkolîn, 360 rûpelCotmeh 2025   (Tanıtım Bülteninden)  

Henüz inceleme eklenmemiş.

Henüz alıntı eklenmemiş.