Du heval-zarokên canecan, Kerîm û Evdilmitelib. Lîstina topanê, şerê taqiman, diziya têlên kevanan. Mamostayê ku bayê kurdîtiyê bi xwe re tîne û xwendina kovara Sirweyê. Pehlewan Fisfis û Celal Melekşa. Ken û ken û eşq û hewesa nivîsînê. Kek Silêmanê Pirtûkfiroş û kitêbên Hêmin û Hejar ên di bin çengan de. Nivîsîna sloganan li ser dîwarên tiwaletan û çûna bo nav pêşmergeyan. Ji dengekî cuda yê Rojhilata me, romaneke bihêz bo edebiyata kurdî. 'Gabor'a Seyid Qadir Hîdayetî bi şêwaz û vegotina xwe ya taybet a li ser 'gotin'ê avabûyî û wergera Armîn Temerzade, êdî bi kurmancî dibêje. 'Xwînerên Gaborê nikarin bi hebûna qelemeke weha bihêz di edebiyata kurdî de neheyirin û spasiya nivîserê wê nekin ji bo dahênaneke weha bedew û weha pêwîst.'‒ Haşim Ahmedzade (Tanıtım Bülteninden)
Henüz inceleme eklenmemiş.
Kifidia yalnızca fiyat karşılaştırması sunar; kifidia.com üzerinden kitap satışı yapılmamaktadır. Fiyatlar üçüncü taraf kitap sitelerinden derlenir. Satın almak için ilgili siteye yönlendirilirsiniz.
Fiyatlar haftalık güncellenir. Tıklayarak ilgili siteden satın alabilirsiniz.
Öneriler; aynı kategori ve yazara yakın kitaplardan oluşur.
Şu an için gösterilecek benzer içerik bulunamadı.