Torinên Mala Şero û Eşîra Heyderan di sed sala (Piştî Zayînê) 16an de, ji devera Farqînê hatine Serhedê. Heyderan, kêmî 400 sal e li Serhedê ne û bûne eşîrek Serhedî. Mînak, malbatên Torin nava eşîrên Serhedê de hene û li devera Farqînê tune ne. Mala Şero Torinê Eşîra Heyderan e. Beriya salên 1800î Heyderan zêdeyî li aliyê Dewleta Îranê (Xoy, Qelenî, Makû) diman û hinek salan û havînan derbasî deverên Dewleta Osmaniyan (Zozanê Eledaxê, Bazîd, Ebexê) dibûn. Pêşiya salên 1800î de, devera Ebexê û zozanê wê mintiqê û rêyê ku pez derbasî zozanê Eledaxê, Sîpan û Glîdaxê bin jî, destê Mala Kok Axayê Êzdî de bûn. Eşîrên Kurdên Misliman û Kurdên Êzdî, bi icazeta Mala Kok Axa, ji wan zozanan istifade dikirin. Salên nêzîka 1800î Heyderan di binê seroktiya Elî Xan de (Elî Axayê Mezin) eşîreke bi hez bû. Elî Axa ji Torinên Mala Şero ye, wê malbatê berê de mezinitya Êla Heyderan kiriye. (Tanıtım Bülteninden)
Henüz inceleme eklenmemiş.
Kifidia yalnızca fiyat karşılaştırması sunar; kifidia.com üzerinden kitap satışı yapılmamaktadır. Fiyatlar üçüncü taraf kitap sitelerinden derlenir. Satın almak için ilgili siteye yönlendirilirsiniz.
Fiyatlar haftalık güncellenir. Tıklayarak ilgili siteden satın alabilirsiniz.
Öneriler; aynı kategori ve yazara yakın kitaplardan oluşur.
Şu an için gösterilecek benzer içerik bulunamadı.