Dengê bilûrê dinya dagirt.Bi bihîstina awaza bikeser û axîn, hemû şênîyên derdorê berê xwe dan ser Pira Dehderî. Dengê bilûrê dermanê hemû dilan bû. Ji bo derd û kulên ku di nav dil de asê mabûn û her roj ji nû ve jan didan, ew dengê xemrevîn wekî bayekî hênik bû, êşa birînan dikewand. Xem û kulên ku bi salan di nav bîra dil de zeng girtibûn, yeko yeko li ser baskên teyrikan siwar dikir û bi ber asoyên dûr ve difirand. Stranên ku di nav tûrikê dil de hatibûn jibîrkirin, bi bihîstina dengê bilûrê re, bi ruh û can dibûn, bi ser zimanan diketin. Di nav beroşa dil de, ciwanîya bicoş, rojên xweşî û şahîyan ji nû ve bi kel diketin. Keser û axînên ji nav dil û hinavan hildikişîyan, li ser zimanên kal û pîran, li nav hev diketin. Şênî careke din bi êşa xwe dihesîyan, bi ber mirîyên xwe diketin. (Tanıtım Bülteninden)
Henüz inceleme eklenmemiş.
Kifidia yalnızca fiyat karşılaştırması sunar; kifidia.com üzerinden kitap satışı yapılmamaktadır. Fiyatlar üçüncü taraf kitap sitelerinden derlenir. Satın almak için ilgili siteye yönlendirilirsiniz.
Fiyatlar haftalık güncellenir. Tıklayarak ilgili siteden satın alabilirsiniz.
Öneriler; aynı kategori ve yazara yakın kitaplardan oluşur.
Şu an için gösterilecek benzer içerik bulunamadı.