Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê, romana dengbêjê efsanewî yê Kurd, Evdalê Zeynikê ye. Jiyana Evdalê Zeynikê, bi riya dengbêjê Kovara Hawarê, Ehmedê Fermanê Kîkî bi sebr û sebat, bi hostehî, bi gotin, bi qise û peyvên ku di tûrikê xwe de veşartiye, ji nû ve tê vejandin, tê xemilandin û vegotin. Bi riya vê vegotin û serpêhatiya dengbêj em têdigihin, Evdalê Zeynikê dengbêjekî welê ye ku, ew bi awaza xwe li hember ba û bahoz, birûsk û tofanê radibe, dibe dengê dinê û mîna tîrêjên rojê, direşe ser rûyê erdê û zora tarîtiyê dibe, her deverî bi dengê xwe yê xurt ronî dike. Em rastê destana sedsalan a çand û edebiyata kurdî, evîna nemir Siyabend û Xecê jî tên, em dibin guhdar û xwendevanê vê metelokê, herw eha, berê me dikeve ser riya Mîrekanên wê serdemê yên welêt, xweşî û kirêtiya wan, yar û neyariya wan. Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê, seranserê jiyana dengbêjekî siûdneçê vedibêje.
Henüz inceleme eklenmemiş.
Kifidia yalnızca fiyat karşılaştırması sunar; kifidia.com üzerinden kitap satışı yapılmamaktadır. Fiyatlar üçüncü taraf kitap sitelerinden derlenir. Satın almak için ilgili siteye yönlendirilirsiniz.
Fiyatlar haftalık güncellenir. Tıklayarak ilgili siteden satın alabilirsiniz.
Öneriler; aynı kategori ve yazara yakın kitaplardan oluşur.
Şu an için gösterilecek benzer içerik bulunamadı.