Çîrçîrok, dinyaya xeyalan rengûreng û dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan, peyvên nû hîn dibin, bi zimanekî dewlemend dikarin bi rêk û pêk xwe îfade bikin. Hêza raman û hestên xwe bi çîrçîrokan dimelînin û dikemilînin. Hunera hizirkirina jiyana nedîtbar bi çîrçîrokan geş dikin. Pêwîste ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan di navbera dê, bav û zarokan de danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe. Di vê pirtûkê de 20 çîrçîrokên Kurdî hene. Kêç û Mûrî Carekê cebarekê, Xwedê û pêxember qerarekê, Kûsî rabû ser serê darekê. Erd hejiya dar leqiyan, Kûsî ket her du çavên wî rijiyan. Kûsî kete gelek gemiyan, Li dinyayê geriya, li behra reş wergeriya, Mişk û mar li hev civiyan. Hinekan go 'axiriya dewrê ye.' Hinekan jî go 'na ne axiriya ne dewrê ye, Gurmegurma mîrkuta qîza kurê kerê ye.'
Henüz inceleme eklenmemiş.
Kifidia yalnızca fiyat karşılaştırması sunar; kifidia.com üzerinden kitap satışı yapılmamaktadır. Fiyatlar üçüncü taraf kitap sitelerinden derlenir. Satın almak için ilgili siteye yönlendirilirsiniz.
Fiyatlar haftalık güncellenir. Tıklayarak ilgili siteden satın alabilirsiniz.
Öneriler; aynı kategori ve yazara yakın kitaplardan oluşur.
Şu an için gösterilecek benzer içerik bulunamadı.