Bêyom bûn xwişkên min. Heta wê şevê hêla din a sûrên bilind ên hesarê nedîtibûn. Bêzarî û acizîya wan wisa kir ku ez wî bikujim. Min dizanî her şev bahol, boxçe û sindoqên xwe vedikin ji derzî û sincax û gerdenbenda biqerenfîl, binkiras heta êlek û pêlavên xwe yên êmenî yên bûkanîya xwe derdixin û ji hev re nîşan didin. Piştî ku wan tiştên hûrik bêhn dikin dest bi girînê dikin û ji Xwedê re dia dikin ku rêya mêrekî ji eşîr û hesareke din şaş bike û li deriyê bilind ê keleha qeyrexwişkên min bide. Hesara bavê min, ango zindana kur û keçên wî, tewleya hesp û hêstirên wî, qefesa bilbilên wî, pîn û kolika kûçik, pisîk, kîvroşk û kevokên wî… Menzîlgeha yekem û dawî ya jinên wî… (Tanıtım Bülteninden)
Henüz inceleme eklenmemiş.
Kifidia yalnızca fiyat karşılaştırması sunar; kifidia.com üzerinden kitap satışı yapılmamaktadır. Fiyatlar üçüncü taraf kitap sitelerinden derlenir. Satın almak için ilgili siteye yönlendirilirsiniz.
Fiyatlar haftalık güncellenir. Tıklayarak ilgili siteden satın alabilirsiniz.
Öneriler; aynı kategori ve yazara yakın kitaplardan oluşur.
Şu an için gösterilecek benzer içerik bulunamadı.