Monologên Li Ber Şibakeyê ji neh çîrokan pêk tê ku her çîrok bi tena serê xwe gelek hestên mirovane di xwe de dihewîne. Têmayên wek tenêtî û penaberiyê li ber şibakeyên hezkirin, bêrîkirin, bêdengî, şev, dûrbûn, nebanî, xweza, rêwîtî û hwd de bi wêrekî û zîrekî hatine honandin. Hêjayî qalkirinê ye ku her neh çîrok jî bi ferhengeke jinane hatine nivîsandin. Çîrokên bi çav, hest û ferhenga jinane hatine nivîsîn, qalibên vegêranê yên di mêjiyê me de serobînî dike û bi honak û atmosfera xwe ya herikbar mirov jî bi xwe re dixe nava bûyer û herikîna xwe.Çîrokên di berhemê de bi mijarên xwe gelek caran dilzîz bin jî vegotin û resenîya ruhê femînen ê metnê wek rengên keskesorê li hev in. Gulbejnê di berhema Monologên Li Ber Şibakeyê de bi hiş, hest û ferhenga rengîn a jinane dike ku mirov çêjeke taybet ji çîrokê werbigire. (Tanıtım Bülteninden)
Henüz inceleme eklenmemiş.
Kifidia yalnızca fiyat karşılaştırması sunar; kifidia.com üzerinden kitap satışı yapılmamaktadır. Fiyatlar üçüncü taraf kitap sitelerinden derlenir. Satın almak için ilgili siteye yönlendirilirsiniz.
Fiyatlar haftalık güncellenir. Tıklayarak ilgili siteden satın alabilirsiniz.
Öneriler; aynı kategori ve yazara yakın kitaplardan oluşur.
Şu an için gösterilecek benzer içerik bulunamadı.